Li Babê 8 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeheke dewleta Tirk reviyan

Li bajarê Babê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, 8 çeteyên DAIŞ’î ji girtîgehekê reviyan.

Çavêdriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çavkaniyên piştrast ji bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê diyar kirin ku 8 çeteyên DAIŞ’î ji girtîgehekê reviyan.

Li gorî heman çavkaniyan girtîgeha ku DAIŞ’î jê reviyane, girêdayî çeteyên dewleta Tirk ên bi bi navê ”Firqet Hemzat” e.

Hat ragihand ku çawaniya revîna van çeteyên DAIŞî ji girtîgehê hîna nehatiye zelalkirin.

6’ê Kanûna sala borî jî derdora 10 çeteyên DAIŞ’î ji girtîgeheke çeteyên dewleta Tirk a li navçeya Raco ya Efrînê reviyabûn.

Back to top button