Li bakurê rojavayê Hemayê êrişeke çekdarî pêk hat.
Di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku êrişkar ji aliyê bajarokê Sehil El Xab ve hatin û êriş pêk anîn.
Din encama wê êrişê de 4 kes birîndar bûn ku di nava wan de jinek heye.
Li gorî hema çavkaniyê, êrişkar gule bi awayekî bê serûber li welatiyan barandin.
Heta niha sedemên êrişan û nasnameyên êrişkaran nayên zanîn.
Her wiha tu agahiyên dîtir jî li ser rewşa birîndaran nehatin wergirtin.
Li Hemayê êrişa çekdarî; di nav de jinek 4 kes birîndar bûn



