8 kesên ji şandeya Rûs ya di nava NATO de kar dikirin hatin derxistin

NATO bi îdiaya ku 8 kesên Rûs ku bi veşartî ji bo Moskow kar sîxuriyê dikin, derxistine.
Bi vî rengî, mezinahiya tîma Rûsî ku dikaribû li navendê bixebite dakeve bin nîvî.

Leonid Slutsky, serokê komîteya karûbarên derve li parlamentoya Rûsyayê, ji ajansa nûçeyan a Interfax re got,

Moskow dikare bi gavên tolhildanê yên “asîmetrîkî” bersivê bide, lê eşkere nekir ka ev gav wê çibin.

Li gorî nûçeya Guardian, rayedarekî NATO yê nexwestî navê xwe eşkere bike gotiye;

“Em dikarin piştrast bikin ku me erêkê 8 endamên NATO yên mîsyona Rûsî wekî efserên îstîxbaratê kar dikirin vekişandiye.”

Her wiha hat gotin, jimara wezîfeyên li NATOyê yên ku Rûsya dikare kesên di rêxistinê de bipejirîne ji 20’an daketiye 10’an.

Di derbarê biryara ku wê dawiya mehê bikeve meryetê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Têkiliyên navbera NATO û Moskowê piştî 2014’an Rûsya nîvgirava Kirimê ya Ukraynayê dagirkir, zêdetir bû.

Her du alî li ser pêşxistina Rûsyayê ya moşekên nukleerî, êrişên li ser qada hewayî ya NATO û tacîzkirina balefirên şer yên wê li dijî keştiyên Hevpeymanan li hev nakin.

Back to top button