Mihemed Beavogui bû serokwezîrê nû yê Gîne

Li Gîne piştî mehek ji darbeyê serokwezîr diyar bû.
Serokomarê Gîne Mamady Doumbouya yê 1’ê Cotmehê sond xwarî, Mihemed Beavogui yê 68 salî jî weke serokwezîr erkdar kir.

Dîplomatek Beavogui berê di gelek wezîfeyên navneteweyî de xizmet kiriye.

Hinek ji van xebatan Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Çandinî û Xwarinê ya NY.

Tê texmînkirin ku piştî darbeya li welêt bi biryardariya serokomar û serokwezîr di demeke nêz de hikûmeta nû bê avakirin.

Doumbouya yê fermandarê Hêzên Leşkerî yên Taybet li Gîneyê bû bi darbeya 5’ê Îlonê re rêveberiya welat xist destê xwe.

Doumbouya ragihand ku ji ber rewşa nebaş ya li welat wan dest danîne ser rêveberiyê.

Bi xwe hemwelatiyeke Firansî ye.

Piştî darbeyê bû yek ji navên ku herî zêde li welat dihat mereqkirin.

Civaka Aborî ya Dewletên Afrîka Rojavayî û Yekîtiya Afrîkî endamtiya Gîne rawestandin û ragihand ku wê cezayên cûrbecûr li ser darbekaran werin sepandin.

Doumbouya 1’ê Cotmehê bi merasîmekî fermî erkê serokomariya welat girt ser xwe û sond xwar

Back to top button