Dewleta Tirk li Efrînê tabûrek çeteyên bi navê Sedam Hisên bi cih kir

Dewleta tirk a dagirker li Efrîna ku dagirkiriye li pey planên nû ye.

Dewleta Tirk tabûrek çeteyan bi navê Sedam Hisên ji Idlibê anî û li Efîrnê bicih kir.

Her weha çeteyan li navçeyên Raco û Cindirêsê yên Efrînê jî 2 sivîlên din revandin.

Dewleta tirk a dagirker planên xwe yên guhertina Efrînê didomîne.

Divê çarçovê de, dewleta tirk lez daye veguhestina çeteyan û malbatên wan ya Efrînê.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk tabûrek çeteyan bi navê Sedam Hisên yê ji 400 çete pêk tê, li navnda bajarê Efrînê bi cih kir.

Çeteyên qala wan tê kirin beriya werin Efrînê li Idlibê bû.

Rêxistinê da zanîn ku piraniya çete endamê istixbarata Iraqî ya Sedam Hisên yên berê bûn.

Ev çete heman cilên DAIŞ’iyan li xwe dikin.

Bi paşguhkirina dewleta Tirk li pêşîgirtin Corona li Efrînê 4 kes pê ketin

Li aliyek din, tevî kiryarên qirêj ku li dijî Efrîniyan pêk tînin,dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi paşguhkirina li belavbûna vîrûsa Corona li herêmên dagirkirî, jiyana şêniyan xistiye Metirsiyê.

Çavkaniyek herêmî ji televizyona me re ragihandin ku piştî 15 leşkerên dewleta Tirk bi vîrûsa Corona ketin, 4 endamên tendurstiyê yên nexweşxaniya leşkerî ya Efrînê jî bi vîrûsê ketine.

Çeteyên Dewleta Tirk darsitanên Erfînê dibirin

Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan, lê kirayrên dermirovî li dijî xwezaya Efrînê jî pêk tîne.

Navende Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Surî, ragihand ku çeteyan darên darstinên Xerabî Şêxa û Şêx Mihemed yên navçeya Cindirêsê a Efrînê, birîn.

Navendê diyar kir ku çete bi hevkariya meclisa herêmî, birîna darên 7 daristanên din ên di navbera gundê Miskê, Xalta û Kurda jî didomînin.

Çete li navçeya Cindirêsê û Raco yên eEfrînê 2 sivîl revandin

Tevî van jî Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê dazanîn ku çeteyan şêniyê bi navê Ebdo Mihemed Hemreş yê ji gundê Ûşkê Xerbî yê navçeya Cindirêsê revand.

Çete ji bo berdanê 500 hezar L.S fidye ji malbatê xwestin.

Li navçeya Raco ya Efrînê jî, çete ji bo standina fidye, zarok bi navê Mihemed Ednan Reşîd (17) revand.

Back to top button