Serokê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî Fayiz El-Serac duh ji biryara pêşkêşkirina istîfaya xwe vegeriya.
Li gorî Serac, sedema vegera ji istîfayê, piştî daxwaziyên hundir û derve ket rojevê, her wiha da ku valahiyeke siyasî çênebe.
Çavder dibînin ku vegera Serac a ji pêşkêşkirina istifayê, hemwextî fişarên dewleta Tirk, her wiha piştî fişarên Meclisa Dewletê ya Şêwirmendiyê ku Îxwan wê kontrol dikin, tê.
Fayiz El-Serac meha Îlonê ragihandibû ku ew ê istîfaya xwe pêşkêş bike û dawiya Cotmehê karê xwe radestî hikûmeta nû bike.