Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 254 kesên din bi vîrûsê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 254 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Ciwan Mistefa her wiha destnîşan kir ku ji nav nexweşên coronayê, 3 kesên din baş bûne.

Bi van daneyên dawiyê re, hejmara giştî ya pêketiyên coronayê gihaşt 4 hezar û 604 kesî, ji wan 125 kes mirine û 707 kes jî baş bûne.

Back to top button