Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê da xuyakirin ku azadkirina Ocalan, aştiya herêmê û çareserkirina doza Kurdî, misoger dike.
Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mehemed Nesredîn diyar kir ku bidawîkirina tecrîd û azadkirian Rêber Ocalan, dikeve xizmeta pêkhatina aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurdî.
Dîroknas û çavêdêrê siyasî Ebdulstar Cebarî jî da zanîn ku azadkirina Ocalan, derfeteke mezin bo pêkhatina aştiyeke mayînde ye û got:
“Ocalan xwediyê derfet û bîreweriyeke xurt e.
Niha guherînên mezin li herêmê pêk tên.
Ji bo wê pêwîstî bi Ocalan heye.
Heta Ocalan li girtîgehê be, wê aloziyên li herêmê, her zêde bibin.”