Malbenda Cîhana Îslamî: Îslama siyasî, îdeolojiyeke radîkal e û nirxên Îslamê nanimîne

Malbenda Cîhana Îslamî da xuyakirin ku Îslama siyasî, îdeolojiyeke tundrew e û nirxên şerî’eta Îslamî nanimîne.

Malbendê li ser hesabê xwe yê Twitterê teqez kir ku:

Îslama siyasî, bi navê olê armancên xwe yên siyasî bi cih tîne. Pê re, ramanên radîkal ên tund û terorîst derketin.

Malbendê diyar kir ku Îslama siyasî, li gel hin koman hatiye avakirin, da ku ewlehî û aramiya dewletan têk bibin.

Ev Îslam, kînê diafirîne, bandorê li hevgirtina nîştimanî ya neteweyan dike û tundiyê ji bo pêkanîna ajindeyên xwe yên siyasî diarîne.

Malbenda Cîhana Îslamî destnîşan kir ku, li dewletên armanckirî, gelek projeyên Îslama siyasî di bin sîbera perwerdekirina neteweyan de, hatine meşandin.

Îslama siyasî têgiheke nû ya tundrew û dûrî ola Îslamê ya rastîn e.

Tê zanîn jî, ev yek ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, tê bikaranîn.

Back to top button