“Tirkiye rê nade ku nefta Herêma Başûrê Kurdisatnê were firotin”

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Kemal Mehmud ragihand ku dewleta Tirk nahêle nefta herêmê were firotin.
Li gorî Mehmud Tirkiye pêşiya Başûrê Kurdistanê astenge.

Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Kemal Mehmud di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand wan li ser firotina nefta Herêma Başûrê Kurdisatnê li gel hikûmeta Iraqê û Kompanyaya SOMO’yê lihevkirine.

Mehmud diyar kir ku lê Tirkiyê rê nade ku nefta Herêmê Kurdistanê were firotin û wiha got:

“Ti pirsgirêkek li ser firotina nefta Herêmê, di navbera Kompanyaya SOMO û hikûmeta Herêmê de nîne.

Her wiha biryare di demek nêzîk de şandeyek bilind a hikûmeta Iraqê serdana Tirkiyê bike û vê mijarê çareser bike.”

Kemal Mehmud derbarê mijara dabeşkirina nefta spî li ser malan de jî got: “Texmîn dikim ku îsal hîn baştir nefta spî li ser welatiyan de were dabeşkirin.

Ji ber ku ev yek wê ji aliyê Bexdayê ve were kontrolkirin.”

Back to top button