Biden û Scholz bo piştevaniyê serdana Îsraîl dikin

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokê Amerîkayê Joe Biden bo piştevaniyê diçin Îsraîlê.
Biden jî wê biçe Urdunê û bi serokê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtin bike.
Daxwaza serdana Serokomarê Ukrayna Zelensky ya ji bo Îsraîlê jî ji aliyê Til Evîv ve hate redkirin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî êrîşên Hemasê ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropa (YE) û DYAyê de cih digire, îro ji bo hevgirtinê diçe Îsraîlê.

Scholz ku wê li Tel Avîvê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtinê bike û bi xizmên dîl ên di destê Hamasê de jî bicive.

Di nava dîlan de welatiyên Alman jî hene.

Hat diyarkirin ku di serdana Scholz de wê li ser rewşa şerê ku di 7’ê Cotmehê ve Hemasê dayî despêkirin û pêşîgirtina li belavbûna şer were nîqaşkirin.

Piştre wê berê xwe bide Misirê.

Ji ber kuştina 6 milyon cihûyan di serdema Naziyan de (Holocaust) Almanya li hember Îsraîlê berpirsyariyeke taybet ya xwe dibîne.

Scholz beriya ku biçe Îsraîlê daxuyanî da û bal kişand ser piştgiriya xwe ya ji bo operasyonên Îsraîlê yên li dijî Hamasê.

Biden jî serdana Îsraîl û Urdinê dike

Piştî Scholz wê sibê Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Îsraîlê û piştre jî serdana Urdunê bike.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat diyarkirin ku Biden wê bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî di nav de bi gelek rayedarên Îsraîlê re hevdîtinê bike.

Biden wê piştre serdana Urdinê bike û bi Qral Ebdulhemîdê Duyem re bicive.

Ew ê bi Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mehmûd Ebass û Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî re jî bicive.

Li aliyê din DYA û hevalbendên wê bi rojan e hewl didin Misirê razî bikin ku deriyê sînorî yê Refahê veke.

Refah tekane dergehê sînorî yê Xezeyê ye ku ji aliyê Îsraîlê ve nayê kontrolkirin.

Lêbelê, Misir dibêje ku ew niha ji ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê ji xizmetê derketiye.

Tel Evîv serdana Zelensky ya bo welat red kir

Di vê navberê de derket holê ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî xwestiye li ge Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken serdana Îsraîlê bike.

Lê ji ber rewşa heyî Tel Evîv ev yek red kiriye.

Back to top button