Xeza: Hejmara kuştiyan gihişt 2750 kesî, ji wan 730 zarok in

Şerê Hamas û Îsraîlê 9 roj li pey xwe hişt.
Gelo hewldanên di bin navê rawestandina şer û derbaskirina alîkariyên mirovî de têne kirin wê biserkevin an na?
Gelo wê dawî li kuştina mirovan û wêrankirina bajaran were an na?
Gelo wê dawî li gefa Hamas, Hizbullah û komên girêdayî wan li dijî Îsraîlê bidawî bibe an ne?
Pirsên ku herkes li benda bersiva wan e.
Rewşa li nava bajarê Xeza, helwesta Îsraîlê û amadekariyên artêşa wê nîşan didin ku wê ev pêvajo hêsan nebe.

9 rojên tije kuştin, wêranî û koçberiya bi sed hezaran.

Ev pêvajoya zor ku 7’ê Cotmehê bi êrişa Hamasê destpê kir nîşan da ki careke din mirovên sivîl çawa dibin qurbanî.

Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê guhertinên di hejmata kuştî û dîlên êrişa 7’ê Cotmehê de ragihand.

Li gorî vê;

  • Di êrişan de 1400 Îsraîlî hatin kuştin û piraniya wan sivîl in.
  • Di nava kuştiyan de 258 fermandar û leşker hene.
  • Derdora 3500 kes birîndar bûn û 199 kes jî dîl hatin girtin.

Encama êrişa Hamasê bi taybet hişt ku li Xezayê rewşeke kambax peyda bibe.

Li gorî vê di nava 9 rojên derbasbûyî de:

  • 2750 kuştî ku di nava wan de, 730 zarok hene.
  • Her wiha 9600 birîndar, wêranî, hilweşîna binesaziyên Bakurê Xezayê û Koçberiya bi sed hezaran kesî.

Sendîkaya rojnamevanan: Di şer de 11 rojnamevan hatin kuştin

Ji bilî mirovên sivîl û hêzên leşkerî, rojnamevanên ku şerê Îsraîl û Hamasê dişopînin jî para xwe ji êrişan digrin.

Sendîkaya Rojnamevanên Filîstînî ku navenda wê li Ramallahê ye eşkere kir ku di encama êrişên Îsraîlê li dijî Xezyê de heta niha 11 rojnamevan hatine kuştin, bêtirî 20 jî birîndar bûn.

Mîlyonek kes ji Xezayê derketin

Ev encam biserê xwe nîşan didin bê rewşa mirovî li Xezayê çendîn xerab e.

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku heta niha mîlyonek kes ji Xezayê derketine.

Ev koçberî di bin siya gefên Îsraîlê yên êrişa bejahî de hê jî dewam dike.

Îsraîl: Ji bo agirbestê ti lihevkirin pêk nehatiye

Di nava ewqas zor û zehmetî de vê sibê ajansa Reutersê hat ragihand ku di encama lihevkirina Îsraîl, Amerîk û Misrê de ji bo demekê agirbest tê ragihandin.

Ev lihevkirin piranî ji bo derbaskirina pêdiviyên jiyanî di Deriyê Refehê de hate kirin.

Piştî vê daxuyaniyê, ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê eşkere kir ku ji bo agirbestê ti lihevkirina wan bi aliyan re pêk nehatiye.

Wezîrê Karê Derve ê Misirê Samih Şukrî jî piştrast kir ku Îsraîl ne alîgirê vekirina deriyê Refehê ye.

Hemwextê van pêşketinan, amadekariyên artêşa Îsraîlê ji bo destpêkirina êrişa bejahî jî dewam dikin.

Li gorî derdorên Filîstînî û rayedarên cîhana Ereb, êrişa Îsraîl wê rê li ber dagirkirina beşeke mezin ji Xezayê veke.

Biden: Dagirkirina Xezayê wê bibe şaşîtiyeke mezin

Back to top button