Rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand ku welatiyên li Başûrê Kurdistanê asên mane, dikarin di 3 rojên dawî yên Tebaxê de vegerin.
Rêveberiya deriyê Sêmalkayê ji bo xelkên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li Başûrê Kurdistanê asê mane daxuyanî da û got:
“Ji dîroka 29 heta 31’ê Tebaxê, welatiyên Rojava yên ku ji bo serdanê yan dermankirinê çûbûn Başûrê Kurdistanê, dikarin vegerin.”