Çeteyan mal û milkên gundê Mirêks ê Serê Kaniyê dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên şêniyên gundên Serê Kaniyê dizîn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk mal û milkên giştî û taybet li gundê Mirêks ê Serê Kaniyê dizîn.

Çeteyên Tirkiyê, kabluyên kehrebê, derî, pençere û xizanên avê dizîn.

Di heman demê de jî, jimareke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin gund.

Li Girê Spî jî dijî dagirkiriya Tirk û kirinên çeteyên wê bi dehan şêniyên herêmê daketin qadan.

Back to top button