Dewleta Tirk a dagirker dîsa ava stasyona Elok qutkir

Dewleta Tirk a dagirker careke din ava stasyona Elok ji ser bajarê Hesekê qut kir.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk careke din stastyona Elok sekinand û bera xebatkarên stasyonê yên ku ji bo sererastkirina avê çibûn stasyonê, da.

Her wiha şandeyek ji Unicef duh serdana Hesekê kiribû ku wan jî ev yek piştrast kir, ku ava stasyona Elok negihiştiye bajêr û av nehatiye berdan.

Berî 8 mehan, dewleta Tirk ava stasyona Elok a li Rojhailtê bajarê Serê Kaniyê ji ser bêhtirî milyonek şêniyên vî bajarî qut kir û aloziyê dest pê kir.

Ji wê rojê de û heta niha zêdeyî 8 caran, stasyonê radiwestîne û plana tîkirînê dimeşîne.

Back to top button