YBŞ: Êrîşên dagirker ti enacam negirtin

Dewleta Tirk a dagirker duh êvarî careke din Şengal û YBŞ-YJŞ’ê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan ku balafirên gundewarên Xanesorê bombe kirine. 

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku duh di saetên êvarê de balafirên artêşa dagirker dîsan çiyayên Şengalê bombebaran kirin.

Fermandariyê diyar kir ku, di herdu êrîşên dawî de sivîl û hêzên wan hatin armanckirin, lê belê tenê şewat derket û êrîşên wan bê encam man.

Divê civaka Êzîdî li dijî armancên qirkirinê yek deng û helwest bin

Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan a li Ewropayê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê şermezar kir û banga yek deng û hewlstê li civaka Êzîdî kir..

Koordînasyonê diyar kir ku YBŞ’ê bi ser artêşa Iraqê ve ye û divê hikumeta Iraqê berpirsyariya xwe pêk bîne.

Back to top button