Artêşa îsraîlî navendine Hizbullahê bombebaran kirin

Îsraîl deverine Hizbullahê li Libnanê û yên Hemas li Xezzayê bombebaran kirin.

Piştî Îsraîlê ragihand ku “bûyereke ewlehî” li ser sînorê bi Libnanê re qewimiye, artêşa Îsraîlî diyar kir ku wan deverine Hizbullahê kirine armanc.

Li gorî berdevkê artêşê jî, balafirên wan ên şer navendine çavdêriyê yên Hizbullahê li herêma sînorî bombebaran kirine.

Berdevkê artêşê her wiha anî ziman ku ew hikumeta Libnanî berpirsyarê vî tiştî dibînin.

Artêşa Îsraîlî deverine Hemasê kirin armanc

Pergala asmanî ya artêşa Îsraîlî deverine Hemasê jî li başûrê Xezzayê kirin armanc weke bersiv ji êrîşên wê yên bi nepoxên şewitîner ku avêtibûn başûrê Îsraîlê.

Ji bo van nepoxan jî, Îsraîl vê dawiyê rêzecezayin li Xezzayê sepand, ku deryayê li pêşberî masîgiran bigire, sotemeniyê rawestîne û dergeha Kerem Ebû Salim bigire.

Back to top button