Her çend bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Libnanê de peymanek nû li ser pêkanîna agirbestê hatibe çêkirin jî, êrîşên li ser erdê ranewestiyan.
Çav niha li ser gera nû ya danûstandinan a ku ji bo 22’ê Hezîranê hatiye plankirin in.
Di navbera Îsraîl û Libnanê de ji bo rawestandina şer peymanek nû hate îmzekirin.
Peymana bi navbeynkariya Amerîkayê li Washingtonê pêk hat.
Ev yek weke hewldanek ji bo kêmkirina aloziyan li herêmê tê dîtin.
Lê ya li ser erdê tê xuyakirin ji agirbestê cudatir e.
Li gorî çarçoveya aliyan li hev kiriye, pêkanîna tevahî ya agirbestê wê bi rawestandina êrîşên Hizbullahê û vekişandina hêzên xwe ji başûrê Çemê Lîtanî ve girêdayî be.
Lêbelê, Îsraîl li ser bêçekkirina Hizbullahê wekî şertekî bingehîn israr dike.
Yek ji xalên herî sereke ên peymanê bernameya nû ya danûstandinan bû.
Îsraîl û Libnanê biryar dan ku di 22’ê Hezîranê de ji nûve dest bi danûstandinan bikin da ku bigihîjin lihevkirineke berfireh.
Peymana nû ya bi navbeynkariya Amerîkayê: rRweşa Hizbullahê nezelal e
Lêbelê, tevî têkiliyên dîplomatîk, şerê li ser erdê dewame.
Armancgirtina ambulansek li başûrê Libnanê jî li qada navnetewî bû cihê bertekan.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re bi awayekî erênî pêşve diçin û pirsgirêka Libnanê “di bin kontrolê de ye”.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî hişyarî da ku eger êrîşên li ser Beyrûtê dewam bikin, xeteriya şer dijwar bibe heye.



