Biden: Dagirkirina Xezayê wê bibe şaşîtiyeke mezin

Amerîka hewil dide, di şerê li Xezayê de, Hemasê bi tenê bihêle.
Serokê Amerîka Biden û Serokê Rêveberiya Filistînê Ebbas heman ziman bikar anîn û gotin: Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake.

Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyar kir ku dagirkirina Xeza ji aliyê Îsraîlê ve wê bibe şaşîtiyeke mezin.

Biden li gel vê hişyariya xwe got;

Hamas ti carî nûnertiya gelê Filîstînê nake.

Lewma divê were zanîn ku tinekirina tevgereke wiha daxwazeke sereke ye.

Mahmûd Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filîstînê nake

Ev helwesta Biden piştî hevdîtina wî li ger serokê Filîstînê Mahmûd Abbas pêk hat.

Balkêşe ku herdû lîder jî di mijarekê de heman ziman bikar anîn.

Abbas anî ziman ku siyaset û kirinên Hamasê nûnertiya gelê Filîstînê nakin û got:

Nûnerê fermî û rewa ê gel, Tevgera Rizgariyê-El Fetih e.

Back to top button