HPG: Li herêma Serhedê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li herêma Serhedê li hêzên artêşa Tirkiyê dane û di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.
Li herêma Zapê jî di encama lêdana gerîllayan de 5 leşker hatin kuştin.

Têkildarî çalakiyên gerîlla li Bakurê Kurdistan], Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

14’ê Cotmehê, li herêma Serhedê çalakiyeke bi kordîne pêk hat.

Gerîlla ji 3 baskan ve li hêzên Qereqolan Sarixro dan.

Di encamê de 5 leşker kuştin.

Pergaleke kamereyên şopandinê hat rûxandin û derb li wesayeteke zirxî hate dayîn.

HPG: Li Zapê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li ser çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî dan:

15’ê Cotmehê gerîllayên jin li herêma Zapê 3 caran li hêzên dagirker dan.

Heman rojê li Girê Cûdî di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Li Girê Amediyê jî dema hêzên dagirker xwestin pêşde werin, gerîllayên sekvan li wan dan û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku roja 15’ê Cotmehê artêşa Tirk bi teqemeniyên qedexekirî û çekên giran gelek caran êrişî qadên gerîlla kir.

HPG: 7 Leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Back to top button