HPG: 7 Leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk anîn û di encamê de 7 leşker hatin kuştin.
Di heman çalakiyan de derb li 2 helîkopteran jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên li dijî artêşa Tirk ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

Li Herêma Zapê 14’ê Cotmehê leşkerên artêşa Tirk ên li derdora Girê Cûdî, bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Dema leşker ji çeperan reviyan, gerîllayên ji li dijî wan çalakiya sekvaniyê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Helîkoptera ku xwest destwerdanê bike jî bû armanca lêdana gerîllayên jin û piştî derbeyê, helîkopter neçar ma ji herêmê dûr bikeve.

Dîsa roja 14’ê Cotmehê li Girê Amediyê, gerîlla bi bandor li hêzên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Li Metînayê jî 15’ê Cotmehê helîkoptereke artêşa Tirk dema li herêmê digeriya, bû armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derbe lê ket û neçar ma dûr bikeve.

HPG wekî din eşkere kir ku artêşa Tirk 13 û 14’ê Cotmehê bi çekên qedexe, top û helîkopteran gelek caran qadên gerîlla bombardiman kirin.

HPG: Li Zapê 10 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin

Back to top button