HDP’ê ji bo Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê dest bi Nobeta Edaletê kir

Partiya Demokratîok a Gelan ji bo berdana Parlementer Omer Farûq Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê dest bi Nobeda Edaletê kirine. Polîsan êriş birin ser çalakiyê û gelek kes bin çav kir.
Li Enqereyê jî, Hêzên ked û demokrasiyê bi beşdariya nûnerên 45 sazî û rêxistinên civaka sivîl, bi sernavê “Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin” civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin, lê ev 4 roj in hîna girtî ye.

Partiya Demokratîok a Gelan (HDP) ji bo berdana Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê dest bi Nobeda Edaletê kir.

Polîsan êriş birin ser çalakiya Nobeta Edaletê û gelek kes bin çav kir

Polîsan êriş birin ser çalakiyê û kurê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû bi lêdanê binçavkirin.

Her wiha êriş birin ser rojnamevanan û dest danîn ser alavên wan.

Di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hêzên ked û demokrasiyê ji bo piştgiriya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist

Li Enqereyê jî, Hêzên ked û demokrasiyê , bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên 45 sazî û rêxistinên civaka sivîl , bi sernavê “Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin” civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ji bo demokrasî û mafên mirovan, ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li dijî bêhiqûqiya dijî HDP’ê tê kirin piştevaniyê bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û diyar kir ku hedefa detshilatdariya AKP-MHP’ê çiqas weke HDP xuya bike jî, lê armanca wan qedandina siyaseta demokratîk e.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bi israr bimeşînin.

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan jî diyar kir ku heta ew jiyanek azad biafirînin ew ê tekoşîna xwe dewam bikin û got ew ji girtina partiyan re dibêjin na.

Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) Fewzî Ayber jî anî ziman ku ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û ew hewldana girtina HDP’ê êrişek li dijî hemû hêzên demokrasiyê dibînin.

Nivîskar Fîkret Başkaya jî axivî û destnîşan kir tenê ne HDP tevahiya muxalefetê di hedefa êrişan de ye û ji bo HDP neyê girtin her tişt di destê muxalefetê de ye.

Back to top button