Bertekên li dijî êrîşên Yemenê

Piştî êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê li gelek welatan jî daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku piranî welatên Rojhilata Navîn weke Îran, Erebistana Siûdî, Iraq êrîşê şermezar kirin.
Welatên mîna Hollanda û Awustralya, Bahreyn û Kanada jî piştgirî dan êrîşan.
Her wiha Rûsya jî bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest civînek were li darxistin.

Îranê êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê ya li Yemenê weke binpêkirina qanûnên navneteweyî nirxand û êrîş şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Nasir Kenanî derbarê êrîşê de wiha got:

Îran: Êrîşên Amerîka aramiya li heremê têk dibe

“Êrîşên bi vî rengî li heremê ewlehî û aramiyê têk dibe.

Bang li civaka navneteweyî dikin ku rê li ber belavbûna bê ewlehî û aramiyê bigire.”

Hizbûllah: Amerîka hevkarê Siyonîstan e

Her wiha Hizbûllah jî têkîldarî êrîş daxuyanî da û got:

“Êrîşkariya Amerîka teqez dike hevkarê Siyonîstên ku li Xeza û heremê komkujiyê pêk tînin e.”

Rûsya: Bi vê êrîşê hiquqa navneteweyî tê binpêkirin

Rûsya ji ber êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê li dijî Yemenê bertekên tund nîşan da.

Rûsya destnîşan kir ku êrîşên hatiye kirin li Rojhilata Navîn aloziyê kurtir dike û her wiha da zanîn bi vê êrîşê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.

Rûsya bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest civînek were li darxistin.

Erebîstana Siûdî: Divê rageşî bi dawî bibe

Piştî êrîşan Erebistana Siûdî daxuyanî da û banga dawî anîna rageşiyê kir.

Di daxuyaniya ku ji hêla Erebistana Siûdî hate dayîn êrîşên heyî weke metirsiyeke mezin nirxand.

Li aliyê din daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Iraqê hatiye dayîn hat gotin:

“Dewletên Rojavayî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de diqewîme belavî heremê dike.”

Hollanda û Awustralya piştgirî da êrîşê

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ku yek ji wan welatan e ku piştgirî da operasyona leşkerî ya Amerîka û Îngilîstanê, êrîşê weke “parastina rewa” bi nav kir.

Mark Rutte di daxuyaniya xwe de anî ziman ku operasyona Amerîka-Înglîstanê li ser bingeha mafê xweparastinê ye.

Ji bilî Hollanda û Awustralya, Bahreyn û Kanada jî piştgirî dan êrîşan.

Back to top button