Amerîka û Îngîlîstanê êrîşî Hûsiyan kir

Hêzên hewayî ya Amerîka û Îngîlîstanê Hûsiyên li Yemenê kir armanc.
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ew êrîşên hatiye kirin bi hewldanên dîplomatîk dest pê kir û bi serkeftî bi nav kir.
Piştî êrîşên hewayî Hûsiyan ragihandin ku li Behra Sor li dijî keştiyên şer ê Amerîka û Îngîlîstanê êrîş pêk anîne.

Hêzên hewayî ya Amerîka û Îngîlîstanê Hûsiyên li Yemenê kir armanc.

Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê yê Amerîkayê êrîş hem li hewayî hem jî li behrê pêk hat.

Di daxuyaniya nivîskî yê Wezîrê Parastina Amerîkayê Llyon Austin de hat destnîşankirin ku di êrîşan de balafirên bê mirov, moşek û parastinê radarê yê Hûsiyan hatiye armanckirin.

Hikumeta Îngîlîstanê ragihand ku di êrîşan de balafirê şer ê Eurofighter Typoon (Yûrofaytir Tîfon) hatiye karanîn.

Her wiha rayedarên Amerîkî jî diyarkirin ku li dijî Hûsiyan bi moşekên Tomahawk û balafirên şer êrîş pêk hatiye.

Biden derbarê êrîşê de daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ew êrîşên hatiye kirin bi hewldanên dîplomatîk dest pê kir û bi serkeftî bi nav kir.

Biden anî ziman ku li dijî êrîşên Hûsiyan li Behra Sor rasterast bersiv hat dayîn.

Her wiha Biden wiha got:

“Heger pêwîst bike ji bo parastina mirovên xwe û domandina bazirganiya navneteweyî tedbirên zêde bigirim.”

Rishi Sunak: Encamên êrîşên li Yemenê tê nirxandin

Serokwezîrê Îngîlîstanê Rishi Sunak jî piştî êrîşên li dijî Hûsiyan daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Rishi Sunak destnîşan kir ku Amerîka û welatên wî li dijî Hûsiyan bi piştgiriya Holanda, Awustralya, Kanada û Bahreynê êrîş dest pê kir.

Sunak diyar kir encamên êrîşên li Yemenê tê nirxandin û wiha got:

“Tevî ku gelek caran hat hişyarkirin, Hûsiyan li dijî keştiyên Îngîlîz û Amerîkî li Behra Sor êrîş pêk anî.

Ji ber vê sedemê serî li parastina rewa yê pêwîst hat dayîn.”

Hûsiyan: Me li behra sor keştiyên DYA-Îngîlîstan kir armanc

Piştî êrîşên hewayî Hûsiyan ragihandin ku li Behra Sor li dijî keştiyên şer ê Amerîka û Îngîlîstanê êrîş pêk anîne.

Endamê Buroya Siyasî ya Hûsiyan Alî El-Kahum li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û got:

“Yemen li dijî êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê bersiv da.

Hêzên çekdarî ya Yemenê li dijî baregeh û keştiyên Amerîka û Îngîlîstanê bersiveke xurt dide.”

Dema êrîşên hewayî ya Amerîka û Îngîlîstanê pêk hat ji hêla Hûsiyan ve daxuyanî hatibû dayîn.

Alîkarê Wezîrê Karê Dervê Hisên El-Izzî di daxuyaniya xwe de wiha gotibû:

“Divê Amerîka û Îngîlîstan zanibe ku bedelê wê giran be û xwe ji bo encamên êrîşan amade bikin.”

Berdevkê Hûsiyan Abdulqadir El-Mortada jî destnîşan kir ku wê êrîşan bê bersiv nemînin.

Pêşnûmeya ji bo bidawîkirina êrîşên husiyan hat pejirandin

Back to top button