Di encama êrişa dewleta Tirk li ser rêya M4 welatiyek birîndar bû

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bênavber dewam dike.
Di êrişa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, li ser rêya M4 welatiyek birîndar bû.
Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temirê topbaran kirin.

Duh dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê êriş birin ser rêya M4 li aliyê rojavayî navçeya Eyn Îsayê.

Li gorî ANHA’yê, di encama êrişê de welatiyê bi navê Hesen Mihemed Ebdellah birîndar bû.

Dewleta Tirk gundê Tewîla yê navçeya Til Temirê da ber topan

Her wiha dagirkeriya Tirk gundê Tewîla û Til Gera-bêt yê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran bombebaran kir.

Back to top button