HPG’ê bîlançoya meha Çile eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya maha Çile bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Navendê diyarkir ku gerîla di vê mehê de li dijî dagirkeran 79 çalakî pêkanîne û di van çalakyiyan de 99 dagirker hatin kuştin.

Gerîla li herêmên parastina medya bi operasyonên şoreşgerî di meha çile de derbên giran li dagirkeriya tirkiyê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya maha çile bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Navendê diyar kir ku gerîla li bi şêwazê profesyonel faşîzma AKP-MHP’ê hejand û got:

“Hêzên me di nava şert û mercên giran ên zivistanê de jî bersivê dan her cûre êrîşên dewleta Tirk.

Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me derba giran li artêşa Tirk a dagirker xist.

Di heman demê de rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejandin.

Gerîlayên me bi çalakiyên xwe, rêya têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin û rêya serketinê nîşan dan.”

Navendê di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku di operasyonên wan ê şoreşgerî de hevrê wan Serxwebûn, Serhed, Rizgar Çavreş û Jêhat heta dawî bi rûhê fedaî yê Apoyî têkoşiyane û tevlî karwanê şehîdan bûne.

HPG: 99 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla di meha çile de li dijî dagirkeran 79 çalakî pêkanîne.

Di van çalakiyan de 99 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 12 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 3 gerîla jî şehîd bûn.

Her wiha navendê ragihand di van çalakyan de

  • 21 çeper
  • 5 kamerayên mobesse termal
  • wesayiteke leşkerî
  •  cebilxaneyek
  • 2 deverên lojîstîk
  • 3 konteynir
  • 2 sîstemên radarê
  • 2 çekên A4 hatin îmhakirin.

Gerîlayan dest danîn ser gelek alavên leşkerî

Gerîlayan her wiha 2 çekên otomatîk ên BKC, 7 çekên MPT, 5 çekên bombeavêj, 5 jê termal, 7 jê ji bo şevê 12 dûrbîn û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Di bîlançoya HPG’ê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di nava vê demê de 238 caran bi balafirên şer êrîş kir.

Hate ragihandin ku çeperên gerîla 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş hate kirin, 18 caran droneyên bombebarkirî hatin bikaranîn.

Back to top button