Xebatkarê Ronahî TV Ehmed Esad jiyana xwe ji dest da

Xebatkarê Televîzyona me Ehmed Esad ku demek bû ji ber nexweşiyên xwe derman dibû, jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Esad ji sala 2015’an ve xebatê Ronahî TV dimeşand.

Ji ber pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê ev demek bû derman dibû.

Di van çend rojên dawiyê de jî rewşa wî ya tenduristiyê girian bûbû.

Îro sibehê hevalê me Ehmed Esad jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Esad di sala 1988’an de li Qamişlo hatiye dinyayê

Ehmed Esad digot ji ber ew ji gihandina rastiyê hez dike, tevlî karê Ronahî TV buye.

Back to top button