PYD’ê bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Çemçemal û wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kir.
Meclisa Giştî ya PYD’ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê wiha hat gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê Wargeha Mexmûrê bi balafireke bê mirov li wesayîteke sivîlan xist.
Her wiha li gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemalê yê parêzgeha Silêmaniyê bomebebaran kir û tê de 5 welatî şehîd û yek jî birîndar bû.”
PYD’ê got, kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk a faşîst û nejîdperestiya wê li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet êdî bûye pirsgirêkeke rasteqîn û astengiyeke mezin li pêşiya aştî, ewlehî û istiqrara gelên Rojhilata Navîn.
PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, desteyên mafên mirovan û saziyên demokrat ên cîhanê kir ku dawî li van êrişan bînin..
Her wiha bang li hikumeta Iraqê hate kirin ku berpirsyartiyên xwe wekî dewleteke xwedî serdest bi cih bîne.