Li Amerîkayê nêzî milyon kesî bi vîrûsê ketine û 55 hezar jî mirine

Li tevahiya cîhanê jimara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine nêzî 3 milyonan dibe, jimara kesên mirî jî 205 hezar derbas kiriye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hê jî xwe di rêza yekemîn de di asta belavbûna vîrûsa li cîhanê digire.Li

Amerîkayê heya niha nêzî milyon kes bi vîrûsê ketine û 55 hezar kes jî mirine.

Li Îtalyayê jî ku xwe di rêza duyan piştî Amerîkayê digire, îro pêketina 260 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin, ev bîlanço jî ya herî kêm e ji 14’ê adara borî ve.

Li Îtalyayê heya niha, nêzî 200 hezar kes bi vîrûsê ketine, ji wan nêzî 27 hezar kes mirine.

Li aliyeke din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî, ragihand ku di mehekê de 874 leşker bi vîrûsa Coronayê ketine û rewşa 4 ji wan xeter e.

Her wiha li giştî Rûsyayê heya niha zêdeyî 80 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 800 kes jî mirine.

Back to top button