Li Idlibê artêşa dewlet Tirk û çeteyên wê pev ketin

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê li Idlibê pev ketin, di encamê de hin leşkerên Tirk birîndar bûn. 

Çavdêriya Sûrî tekez kir ku di encamê şer de hin leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn û dewleta Tirk bi balafiran birîndarên xwe ji nuqteyên xwe rakirin.

Ev yek jî piştî ku dewleta Tirk li nêzî bajarokê Nêrebê li rojhilatê Idlibê satirên axî ji ser riya M4 rakirin, pêk hat.

13’ê Nîsanê jî artêşa dewleta Tirk êrîşî konên çalakiyên li dijî dewriyeyên hevbeş ên Tirkî-Rûsî kiribûn.

Di encamê de hemû kon rûxandin, riya navdewletî ya M4 vekir û şerek navbera artêşa dewleta Tirk û xwepêşanderan de rû da.

Back to top button