Neclaa El-Menqûş: Divê hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin

Wezîra Derve ya Lîbyayê Neclaa El-Menqûş ji Îtalyayê banga derxistina hemû hêz û çeteyên Erdogan kir. Li dijî daxuyaniyên El-Menqûş, Îxwanên Lîbyayê banga berdewambûna hebûna hêzên û çeteyên Enqereyê dikin.

Li Lîbyayê, tevî biryar û bangên navdewletî, hebûna çete û hêzên biyanî nemaze çeteyên dewleta Tirkî, hê berdewam e.

Wezîra Derve ya Lîbyayê Neclaa El-Menqûş duh li biryargeha Encumena Parlamenterên Îtalî li koşka Monte Chittoriodi ya li Romayê, diyarkir ku divê hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê derkevin.

Neclaa El-Menqûş da zanîn ku, hikûmeta Yekîtiya Nîştimanî digel Tirkiyê dest diyalogê kiriye, lê Enqere, ji dosyaya derxistina çeteyên xwe venagere.

Îtalya: Divê destêwerdana biyaniyan bê sînordarkirin

Îtalyayê ji aliyê xwe ve, banga çareserkirina dosyayên li Lîbyayê kir û pêwîstiya sînordarkirina destêwerdana biyaniyan û kişandina tevahiya çeteyên li welêt ên ku li ber pêkanîna plana Berlînê bûne astng, anî ziman.

Îxwanên Lîbyayê banga berdewambûna hebûna çeteyên Tirkyê dikin

Li dijî banga Neclaa El-Menqûş, “Partiya Dadmendî û Avakirinê” ya girêdayî Îxwanên li Lîbyayê, hêrsa xwe nîşan da û banga berdewambûna hebûna çeteyên Tirkiyê kir.

Vê partiya Îxwanî-Erdoganî got:

“Ev hêz, bi armanca aramkirinê û li ser bingeha peymaneke fermî ji Tirkiyê hatine. Ev ne çete ne.”

Xalid El-Meşerî: Hebûna çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê rewa ye

Îxwaniyê Lîbî Xalid el-Mişerî jî destnîşan kir ku, hebûna çeteyên Enqereyê yên Sûrî û Tirkmenî li gorî peymanên îmzekirî, rewa ye û divê bimînin.

Daxwaziya Îxwanan digel peymana agirbestê ya ku par li Cinêvê hatibû îmzekirin, binakok e. Îxwan bi vê yekê, hewl didin li ser fermana serpereştê xwe Erdogan, Lîbyayê ji bin kontrola hikûmeta niha derxin, û hebûna Tirkiyê tevî çeteyên wê, dirêjtir bikin.

Back to top button