WHO: Pêketî û mirinên ji ber Corona kêm bûne

Hêvî heye ku êdî ev vîrûsa Corona bi dawî bibe. Di daxuyaniyên dawî yên Rêxistina Tendurisitiya Cihanê de ev yek bi zelalî êdî têne gotin. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ev du hefte ye ku li cîhanê hejmara pêketî û mirinên ji ber vîrûsê kêm bûye. Di daneyên pêketiyên vîrûsê ji sedî 16 û mirin jî ji sedî 43 kêm bûye.

Li seranserê cîhanê kêmbûna hejmara pêketiyên vîrûsa corona dewam dike.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ev hefteyeke li pey hev kêmbûna pêketî û mirina ji ber vîrûsê tê dîtin.

Di rapora herî dawî ya rêxistinê ya der barê pandemiyê ku navbera 28’ê Adarê û 3 Nîsanê de cih digre, li çaraliyê cîhanê li gorî hefteya borî ji sedî 16 kêm bû.

Ango di nava vê demê de tenê 9 milyon pêketiyên vîrûsê hatine tomarkirin.

Di heman hefteyê de hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane 26 hezar e û ev jî tê wateya ji sedî 43 kêm bûye.

Her çend rêxistin teqez kir ku dozên vîrûsa corona li hemî deverên cîhanê kêm dibin, lê destnîşan kir ku ew dane nebawer in ji ber ku gelek welatan ceribandinên berfireh rawestandiye.

Ji ber vê yekê gelek bûyerên nehatine dîtin heye.

Pêketiyên vîrûsê li Ewropa ji sedî 14 kêmbûn heye

Her çend herêma Ewropayê û Tirkiye jî di nav de bi hejmara pêketiyan li cîhanê di rêza yekem de ye, li gorî hefteya borî ji sedî 14 kêm bûye.

Li gorî îstatîstîkên li ser malpera WHO, heftiya borî li Ewropayê 782 hezar kes kêm bûne û bi tevahî jimara kesên nû pêketî 4 milyon û 758 hezar e.

Jmara dozên heftane yên li Ewropayê, ku ji Kanûna borî ve bi rêkûpêk zêde bû û di meha Çile de gihîşt 12 milyonî, bi vî rengî dîsa daket binê 5 milyonî.

Li Ewropayê di 7 rojên dawîn de herî zêde bi milyonek û 200 hezarî nexweşî li Almanyayê hatin tespîtkirin û piştî wê bi 945 hezarî jî Fransa tê.

WHO: Divê test û şopandin bê dewmkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO bang li welatan kir ku tedbîrên xwe yên li dijî vîrûsê sist nekin û hişyariya wê yekê da ku ger şopandin û ceribandin rawestin guhertoyên pêşerojê dikarin bi lez belav bibin.

Back to top button