Welatên Kendavê dixwazin ji bo Yemenê çareseriyekê peyda bikin. Serokomarê Yemenê Mensûr Hadî cîgirê xwe El-Ehmer ji kar dûrxist. Piştî vê yekê hat ragihandin ku li Yemenê rayeyên Serokomariyê derbasî Konseya Serokomariyê ya ji 8 kesan pêk tê bûye. Dema ev guhertin hate kirin, rêveberiya Riyad û Îmaratê soza alîkariya maddî ya ji bo Yemenê dan.
Li Yemena ku 8 salin şer lê ranewestiya ye, welatî êdî li benda çareseriyekê ye.
Ji ber vê yekê di sîstema Serokomariya Yemenê de, guhertn pêk hat.
Desthilatên Abdurabbu Mansûr Hadî ji bo Konseya Serokatiyê ya nû hatiye avakirin hate veguhesitin.
Erebîstana Siûdî ev gav bi keyfxweşî pêşwazî kir.
Ajansa Saba ya Yemenê ragihand ku “Li gor biryara Serokomariyê Alîkarê Serokomar Elî Muhsîn el-Ehmer ji wezîfeyê hat dûrxistin.”
Hat diyarkirin ku ev biryar li gor Destûra Bingehîn a Yemenê, bi înîsiyatîfa Konseya Hevkariya Kendavê, encamên Diyaloga Berfireh a Neteweyî û li gor berjewendiyên welêt hatiye girtin.
El-Ehmer di Nîsana 2016’an de ji bo wezîfeyê hatibû erkdarkirin.
Piştî ku Muhsîn el-Ehmer ji wezîfeyê hat dûrxistin, hat ragihandin ku li Yemenê rayeyên Serokomariyê dewrî Konseya Serokomariyê ya ji 8 kesan pêk tê bûye.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de îfadeya “Ji bo pêkanîn û temamkirina pêvajoya veguhêz ji Serokomar Abdurabbu Mansûr Hadî re wê ji Lijneya Serokatîyê re bê şandin” hate bikaranîn.
Her wiha hat destnîşankirin ku hemû erkên Hadî ji Serokatiya Sererkaniyê re hatin veguhestin.
Erebîstana Siûdî û Îmarat wê 3 milyar alîkariy Yemenê bikin
Riyad daxwaz kir ku rêveberiya nû demildest bi Hûsiyan re dest bi danûstandinan bike.
Ji ber wêraniya li welat û krîza aborî Riyad 2 û Îmaratê jî soza milyarek dolar alîkariya bo Yemenê dan.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî ku dixwaze ji bo piştgiriya aboriya Yemenê ya ku ji ber şer wêran bûye, konferanseke navneteweyî ya nû organîze bike.
Riyad diyar kir ku NY jî wê 300 milyon dolar alîkariya mirovî pêşkêşî welat bike.
Rêveberiya Yemenê banga alîkariya xwarinê kir
Ji aliyeke din ve hikûmeta Yemenê daxwaza piştevaniya bilez a aborî ji hewlên xwe yên ji bo parastina ewlekariya xurek û aramiyê li welatî kir.
Li gorî daneyên NY, li Yemenê ku ji ber şerê nêzî 8 sal in didome, piraniya nifûsa welat ku 30 mîlyon, bi krîza xwarinê re rûbirû ne.



