Kesayet û aliyên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan Xwerêberiya Şengalê

Ji kesayet û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê şandeyek çû serdana Nûnertiya PADÊ û piştgirî dan Xwerêberiya Şengalê.

Ji bo piştgiriya Xwerêberiya Şengalê îro şandeyek ji kesayet û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pêk dihat serdana Nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê kir.

Şande ji nûnerên Tevgera Azadî, Eniya Demokrastîk a Gel, PYD, Nûnertiya Rojevayê Kurdistanê ya li herêmê, Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê û hejmarek kesayet û rewşenbîr pêk dihat.

Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd li ser navê şandeyê daxuyanî da û piştgiriya bi xelkê Şengalê re dubare kir.

Ronak Mecîd diyar kir ku hêza ku li Şengalê heye, hêzekî Êzidî, lewma dixwazin careke din komkujiyek din li ser gelê Êzidî dubare bikin.

Ronak Mecîd destnîşan kir ku plan planek dewleta Tirkiyê ye û dixwaze hemû herêmên din ên Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Back to top button