Artêşa Hindistanê kuştina 20 leşkerên xwe ragihand

Artêşa Hindistanê ragihand, ku di şerê navbera wan û artêşa Çînê de, 20 leşkerên wan hatin kuştin.

Artêşa Hindistanê diyar kir ku, şer li herêmên sînor yên bi nakok li rojavayê çiyayên Hêmelaya rû da.

Duşema borî, her du welatan hevûdu bi berpirsyariya şerê ku li devera Ladax a rojavayê Hêmelayayê rû dayî, tawanbar kiribû.

Li gorî daxuyaniya artêşa Hindistanê, şerê di navbera her du aliyan de hat rawestandin.

Çînê jî ragihand ku ew naxwazin şer gur bibe û ew aniha hewl didin ku pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin.

Back to top button