Îro jî merasimên oxirkirina şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir hebûn.
Li Reqa û Helebê 6 şehîd bi girseyî hatin oxirkirin.
Di merasimên oxirkirina şehîdan de li dijî êrişan soza bilinkirina têkoşînê û parastina destketiyan hate dayîn.
Îro li Reqa û Helebê 5 şehîdên din yên endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirî û bi merasîman hatin oxirkirin.
Bi hezaran şêniyên Reqayê cenazeyên 3 endamên hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirî û cenazeyê şervana YPJ’ê Zehra Mihemed oxir kirin.
Di merasîmê de, kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan dan.
Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.
Li Helebê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li goristana şehîdên Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê jî 2 şehîd bi merasîmekê hatin oxir kirin.
Di merasîmê de kesên ku axivîn bang li gelê herêmê kirin kû li rex hêzên leşkerî bisekinin û bersiva dagirkeran bidin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên şehîdan dirûşmeyan hatin oxirkirin.