Ji Netanyahu bo Erdogan: Piştevanê terorê

Di navbera du rejîman de şerê bi gotinan gur dibe.
Gotina ‘dîktetor’ a Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan ji bo Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu bikar anî li Tel Evîvê rastî bertekan hat.
Netanyahu bo Erdogan got: Piştevanê teror û kesê li nava Tirkiyê gundan bombebaran dike.

Ev gotinên şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netahnyahu bika aniyîn, li nava Îsraîlê rastî bertekan hat.

Gotinên Erdogan yên Îsraîl “dewleteke terorê” ye, li gel Serokwezîr, Wezîrê Karê Derve û Mixalefeta Îsraîlê bû cihê hêrsê.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu got; “Erdogan ji Îsraîlê re dibêje dewleteke terorîst, lê di rastiyê de ew piştgiriya dewleta terorîst a Hamasê dike.”

Netanyahu îşaret bi êrişên qirker yên dewleta Tirkiyê li ser gundên bakurê Kurdistanê kir û got:

Erdogan bi xwe jî gundên li Tirkiyê bombebaran kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen got,

“Yên mazûvaniya terorîstên tundrawa dikin û rêxistinên terorê teşwîq dikin bila dersên exlaqî nedin Dewleta Îsraîlê.”

Cohen destnîşan kir ku Îsraîl dewleteke hiqûqê ye û li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigere û ev tişt anî ziman:

“Îsraîl wê şerê xwe yê li hemberî Hemasa rêxistina terorê ya ji DAIŞ’ê xerabtir e dewam bike.”

Rayedarên Îsraîl yên Hemas û DAIŞ’ê weke hev dibînin.

Erdogan: Hemas rêxistineke rewa ya parastina Filistînê ye

Erdogan doh di axaftina xwe ya li koma partiya xwe ya Meclisa Tirkiyê de, careke din piştevaniya Hemasê kir û got:

Hemas rêxistineke rawa ya parastina Filistînê ye.

Îsraîl û Amerîkayê bi hev re mafê wê jê girtine.”

Back to top button