Reqa-Têkildarî roja 25’ê Mijdarê jinan semînerek li dar xist

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarên roja têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan semîner têne dayîn û civîn têne lidarxistin.
Li Kobanê, Reqa, Qamişlo û gelek deverên din semîne hatin dayîn û roja 25’ê Mijdarê hate şîrovekirin.

Beriya çend rojan Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê plansaziya çalakiyên 25’ê Mijdarê ragihand.

Di çarçoveya vê yekê de, li seranserî herêmê semîner û civîn têne lidarxistin.

Ev der bajarê Reqa ye.

Jinan semînerek têkildarî 25’ê Mijdarê dan.

Di semînerê de behsa rêbazên tundiya li dijî jinan û rêyên parastina ji tundiyê hatin şîrovekirin.

Kombûna Jinên Zenûbiya li Minbicê semînerek da

Li bajarê Minbicê jî derbarê heman mijarê, semînerek ji aliyê Kombûna Jinên Zenûbiya ve hate dayîn.

Li navçeya Şêranê semînerek derbarê 25’ê Mijdarê hat dayîn

Li navçeya Şêranê ya Kobanê jî Kongra STAR bi dirûşma “Sala 25’an a Komplo wê bibe sala têkbirina teqez a komplogeran û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” semînerek li dar xist.

Di semînerê de jinan diyar kirin ku 25’ê Mijdarê rojekî pîroz dibînin.

Li Qamişlo nivîsgeha jinan a TEV-DEM’ê semînerek li dar xist

Şevê din jî Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê li bajarê Qamişlo semînerek lidar xist.

Di semînerê de bal hate kişandin ser şêwazên tundiya li dijî jinan di nava civakê de û hate gotin:

“Ji bo rizgarkirina jinê ji vê zihniyetê divî fikir û felsefeya rêber Apo baş were xwendin.

Li Helebê Akademiya Star û Kongra Star civîn li dar xistin

Akademiya Star û Kongra Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbarê 25’ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî tundiyê civîn li dar xistin.

Back to top button