Koçbereke Girê Spî: Çeteyan mala min bi hinceta ku ez Kurdim firotine

Koçbera ji Girê Spî Cîhan Mihemed Elî sûcên dewleta Tirk a dagirker a ku penaberên sûriyeyî yên ji herêmên din li malên wan bi cih dikin, şermezar kir û got:
“Bi hinceta ku xwediyên malê Kurd in, mala min firotin
Bi vê siyasetê fitneyê di navbera sûriyan de derdixin.”

Koçbera ji Girê Sipî Cîhan Mihemed Elî, piştî koçberbûna wê, bihîst ku çeteyên Cebhe El Şamiye dest daniye ser mala wê û firotine penaberekî ji Hemayê.

Derbarê vê yekê Cîhan anî ziman ku hîn jî kilîtên mala wê di bêrîka wê de ye û got:

“Bi hinceta ku xwediyên malê Kurd in, mala min firotin.

Lê hêviya min heye ku wê rojekê bajarê me rizgar bibe û ez ê bi kilîtên xwe deriyê mala xwe vekim.”

Cîhan sûcên dewleta Tirk a dagirker a ku penaberên sûriyeyî yên ji herêmên din li malên wan bi cih dikin, şermezar kir û got:

“Bi vê siyasetê fitneyê di navbera sûriyan de derdixin.

Lê mixabin, çawa welatiyek sûrî ji herêmeke din dikare di mala welatiyeke din de bijî û ew jî di kampê de dijî.”

Back to top button