Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Rêber Apo name nivsandin

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re binivîsîne” de 4 hezar zarokên bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dijîn, ji Rêber Abdullah Ocalan name nivîsandin û gotin: Rêber Apo tu her kêlî, her saniye, her sal li ser hişê me ye.
Me te di hişê xwe de wek teyrê azadiyê xêz kiriye.

Di 15’ê Sibata 2023’an de pêngava “Ji Rêber Apo re binivîsîne” hat destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de 4 hezar zarokên bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dijîn, ji Rêber Abdullah Ocalan name nivîsandin.

Ev name ji aliyê Komîteya Mafên Zarokan û Rêveberiya Dibistanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve hatine berhevkirin û wê di demeke kin de bi pirtûkekê werin çapkirin.

Kurte peymanên ji nameyên zarokan wihan e:

  • Hêwa Emîn:

Çend sal in serokê min teyrê azadiyê di zindanên dijmin de ye.

Ez vê nameyê bi pênûsa azadiyê ya ku bi keda we hatiye bidestxistin dinivîsim.

Rêber Apo tu her kêlî, her saniye, her sal li ser hişê min î.

Min tu di hişê xwe de wek teyrê azadiyê xêz kir.

  • Zoya Hewas Xelef:

Rêbertiya me siberoja me ye. Siberoja me bêyî wî ne xweş e.

Em canê xwe feda bikin jî em ê wî ji zindanê derxînin.

  • Perî Azad Mûsa:

Serok Apo em ji te pir hez dikin.

Em hemû dixwazin ku hûn ji vê zulm û zilmê xilas bibin û ji zindanê derkevin.

  • Nûcan Xelîl:

Bi saya keda we îro em dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin.

Bi derketina te re wê hemû Kurd ronî bibin.

  • Mîdiya Dawid:

Rêberê min, piştî ku tu çûyî, jiyana kurdan pir zehmet e.

Em te ji bîr nakin, heta em sax bin em ê li ser navê te biqîrin. Silavên germ û hêviya dîtina we…

  • Ebdo Hemûd:

Rêber Apo hebûn ji tunebûnê afirand.

Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd ked da. Ji bo mafê her kesî dixebitî.

Yên jê ditirsiyan ew xistin girtîgehê.

  • Ahîn Yusif:

Dîtina te ji bo min xewnek bêdawî bû.

Ez her tim li pey pirtûkên te geriyam. Tu jiyana nû ronî dikî.

  • Newroz Mihemed Xelîl:

Hêvîdar im ku hun di zûtirîn dem ji zindana van çeteyan derkeve û me ji van çeteyên Tirk rizgar bikin.

Bi hêviya ku di demek nêzîk de we bibînim…

  • Viyan Mihemed Seîd Mihemed:

Em keda we dizanin. Gelê Kurd jî wê li ser vî karê we bisekine.

Em ê we ji zîndanê derxînin û Kurdistanê bikin yek.

Em bi we serbilind in. Niha dema azadiyê ye. Em ê we û welatê xwe rizgar bikin.

Back to top button