Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bang li cotkarên Bakur û Rojhilata Sûrî kir ku pirêzeyên çandiniyê neşewitînin.
Desteyê di giştînameyekê de bang li cotkaran kir ku ku pirêzeyan neşewitînin.
Ji ber ku xêr û bêrên erdê dikûje û ew agir hemû madeyên li ser rûyê erdê dişewitîne.
Her wiha zirarê digihîne xweza, mirov û stûnên kehrebeyê yên ji daran çêbûne.
Bi wê re jî kehrebe û av li ser gundan qut dibe û ji xizmetê derdikevin.