Li Ewropayê koçberiya bê serûber zêde dibe

Pêla koçberiyê li welatên Ewropayê zêde dibin.
Bi riya koçberiyê re şert û mercên zehmet û karesatên mirovî jî xwe dide der.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî li deryayan bi giştî 2 hezar û 511 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha ajansa Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku heta niha 32 hezar û 400 derbasbûna neqanûnî ya sînor hatine kirin.

Ajansa Parastina Sînor a Yekîtiya Ewropayê ragihand ku li gorî daneyên ku heta dawiya Mijdara îsal hatine tomarkirin, hewldanên ketina neqanûnî ya Ewropayê ji sala 2016’an ve gihiştiye asta herî bilind.

Hat ragihandin ku di 11 mehên ewil ên sala 2023’an de li sînorên Ewropayê ji 335 hezar û 300’î zêdetir hewildanên koça neyasayî hatin tesbîtkirin.

Li gorî daneyên Ajansa Parastina Sînor a Yekîtiya Ewropayê, ku bi kurtasî Frontex tê naskirin, ev hejmar ji tevahiya par zêdetir e û ji sala 2016’an vir ve hejmara herî zêde ye ku hatiye tomarkirin.

Herî zêde li ser rêya Behra Spî bi 152 hezar û 200 hewildanên koçkirina neqanûnî hatin tomarkirin.

Înîsiyatîfên bi rêya Behra Spî li gorî par ji sedî 61 zêde bûn û gihişt asta herî bilind a 7 salên dawî.

NY: Li deryayan bi giştî 2 hezar û 511 kesan mirin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê rêwîtiya metirsîdar a deryayê de bi giştî 2 hezar û 511 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li ser rêya Balkana Rojava ji sedî 28 kêm bû.

Li ser vê rêyê ji serê salê heta niha 98 hezar û 600 hewildanên koça neyasayî hatine tomarkirin.

Berevajî vê, li ser riya Afrîkaya Rojava ya ber bi Giravên Kanarya yên Spanî ve seyrûsefera koçberan zêde bû.

Ajansa YE: 32 hezar û 400 derbasbûna neqanûnî ya sînor hatine kirin

Li gorî ajansa YE, heta niha 32 hezar û 400 derbasbûna neqanûnî ya sînor hatine kirin.

Ev ji hejmara ku di heman heyama par de hatiye tomarkirin du qat zêdetir e.

Daneyên Frontex’ê yên ku bi fermî hatine tomarkirin, hejmara giştî ya hewildanên derbaskirina sînorên Ewropî nîşan dide.

Yanî hewildana heman kesî ya ku ji carekê zêdetir bi qaçaxî sînor derbas bike di nav daneyan de cih digire.

Back to top button