Şedadê..bila pêketî bên derziyên Laşmaniya li xwe bidin

Li navçeya Şedadê ya Başûrê Hesekê nexweşiya Laşmaniya zêde belav bûye.

Ji bo wê jî Navenda Tenduristiyê ya navçeyê derziyên laşmanyayê peyda kir.

Rêveberê navendê Dr. Elî Seîd bang li nexweşan kir ku serdana navendê bikin û derziyan li xwe bidin.

Elî Seîd diyar kir ku nexweşiya Laşmaniya îsa zêde balav bûye rêjeya pêketiyên îsal ji yên par 4 qatan zêdetir e.

Elî Seîd eşkere kir ku sedema nexweşiyê mêşa qûmê û ragihand ”Ew rojane zêdetirî 150 pêketiyan derman dikin”.

Navenda Tenduristiyê ya Şedadê rojên yekşem û çarşemê derziyên laşmanyayê bê pere dide.

Ji bo wê jî Dr. Elî bang li pêketiyan kir ku serdana navendê bikin û derziyan li xwe bidin.

Back to top button