Jinên Hesekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezarkirin

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo rojeva sereke ya gelê Kurd e.
Gel, di vê zanebûnê de ye ku heman demê ew bi xwe tê tecrîdkirin.
Bi taybetî jin rizgariya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.

Têkîldarî tecrîdê jinên Hesekê biryara qedexeyê ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û helwestên xwe nîşan dan.

Nîda Salih sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û dûrî nirx û rêgezên exlaqî ye, ji ber vê yekê ne dûr bû ku qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan dirêj bike.”

Heman awayi Helebce Ebdo jî ev yek anî ziman:

“Dewleta Tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku li cîhanê belav bûye, ji holê rake.”

Xezal El Mele bal kişand ser bêdengiya hêzên herêmî û navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:

“Dewleta Tirk ji ramanên Rêber Ocalan ditirse ku ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kilîta çareseriyê ne.”

Back to top button