YE: Divê çete yê vegeriyan welêt bên dadgehkirin 

Çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku li Sûrî û Iraqê komkujî û sûcên şer kirin, vegeriyan welatê xwe, û nehatine dadgehkirin.Li ser vê yekê, Tora Qirkirina Komî ya “YE” banga dadgekirina van çeteyan li gorî qanûnên mirovî yên navdweletî kir.

Tora Qirkirina Komî ya “YE” teqez kir ku “divê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên vegeriyan weletê xwe, tewana “Sûc” li wan bê sepandin”.

Tora Qirkirina Komî destnîşan kir ku van çeteyan aliyê şer li Sûrî û Iraqê bûn û sûcên lidijî mirovan pêk anîne.

Ji lewma Tora “YE” banga avakirina dadgeheke li ser asta cîhanî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên vegeriyane welatê xwe kir û got:”Bi rêya venasîna van sûcan, dadmendî ji bo qurbanan pêk tê.”

Tora Qirkirina Komî bi desteka “YE” 2020’an ava kiriye, ev deste ji bo koordînayê di navbera dedektîv û serdozgeriyên gişt de bike hat avakirin.

Navenda wê li Wekaleta Hevkariya Serdozgeriya Ewropî ya Eurojust e.

Back to top button