Li Kampa Holê penaberekî Iraqî hat kuştin

Careke din, penaberekî Iraqî li Kampa Holê hat kuştin tiliya tewanê jî dirêjî jinên DAIŞ’ê dibe.

Vê sibehê, li kampa Holê agir li beşa penaberên Iraqî derket, di encamê de, du kon hatin şewitandin.

Piştî agir hat vemirandin di, asayîşa Kampê cenazeyê zilamekî kuştî di bin kon de dît.

Li gorî asayîşa kampê, penaberê Iraqî yê bi navê Xemîs Hemîd 30 salî, 6 derb li serê wî ketiye.

Asayîşê teqez kir ku ev penaber Xemîs berî şewata kampê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, lêpirsîn derbarê vê bûyerê de dewam dike.

Gelek caran li kampê ji ber ku penaber firkrên DAIŞ’ê red dikin ji aliyê jinên DAIŞ’ê tên kuştin .

Back to top button