Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang 3 hefteye xuya nake

3 hefte ye ku ji Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang tu agahî nayê girtin.
Gang herî dawî di 25’ê Hezîranê de bi hevtayê xwe Srî Lankayê re li Pekînê civyabû.
Piştî wê hevdîtinê ti agahî jê nayê girtin.
Niha jî her kis vê pirsê dike. Qin Gang li ku ye?

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang 3 hefte ne ku beşdarî civînan nebûye.

Her wiha dernakeve pêşberî kamera û raya giştî.

Gang Balyozê berê yê Çînê yê li Washingtonê bû.

Ew wekî yek ji kesê herî girînge ku li ser destê Serokê Çînê Xi Jinping hatiye perwerde kirin.

Her wiha di têkiliyên bi Amerîkayê re di asta bilind de rolek girîng dilîze.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê herî dawî di 25’ê Hezîranê de bi hevtayê xwe Srî Lankayê re li Pekînê civyabû.

Piştî wê hevdîtinê şûnde ti agahî ji Gang nayê girtin.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê qin Gang li ku ye?

Divya bû ku Gang hefteya borî wekî serokê şanda Pekînê biçe Civîna Bilind a Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûr (ASEAN) ya Endonezyayê.

Lê li şûna wî keseke din çû.

Têkîldarî vê mijarê Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê bê ku hûrguliyan parve bike got:

“Gang ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî lûtkeyê nebû.”

Niha jî pirsa ku herî zêde herkes meraq dike ew jî, Qin Gang li ku ye?

Back to top button