Pentagon hêzeke nû dişîne Rojhilata Navîn

DYA bi hinceta ewlekariya berjewendiyên xwe, hêzeke nû dişîne Rojhilata Navîn.
Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku ew ê hîn bêtir balafir û keştiyên şer bişînin herêmê.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser mijarê daxuyaniyek da.

Pentagonê îşaret bi êrişên demên dawî yên li keştiyên wan yên barhilgir kir û got:

Piştî keştiyên barhilgir ên bazirganî di mehên dawî de ji aliyê Îranê ve hatin girtin an jî hatin desteserkirin, me biryara xurtkirina hêzê da.

Ji bo vê yekê Amerîka wê balafirên şer ên F-35 û F-16 û keştiyeke şer a din bişîne herêmê.

Pentagonê îdiakir ku ev sewqiyat ji bo çavdêriya sereke ya rêya avê ya Rojhilata Navîn e.

Berdevka Pentagonê Sabrina Singh doh ji rojnamevanan re got:

“Pentagon hebûna me li herêmê û herwiha hêza me ya çavdêrîkirina Tengava Hurmuz û avên derdorê zêde dike.”

Back to top button