Tirkiye avê ser Iraqê digre, li Bexdayê gel bihêrse

Bi sedan kes li paytexta Iraq Bexdayê dijî kêmkirina avê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve meşiyan. Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê jî ragihand ku ew ê dosya avê li Bexda bi Erdogan re were nîqaşkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Dîcleyê bi rêya bendavan li ser Iraqê digre.

Ji ber rêgiriya li avê, Iraq di qeyranek mezin ya avê deye.

Ev yek jî bandorek mezin li ser jiyana welatiyan çêdike.

Dijî girtina avê, bi sedan welatî li navenda Bexdayê daketin kolanan.

Li gorî agahiyan, welatiyan di çalakiya xwe de bang li Hikumeta Iraqê kirine da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tedbîrên pêwîst bigre.

Çalakvanan gotin;

“Tevî budceyek mezin di destê hikumetê de heye, lê heya niha nekariye pirsgirêka avê çareser bike.”

Gorî agahiyên Rojnewsê çalakvanan gefa boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kirine û ji hikumetê xwestine pirsgirêkê çareser bikin.

Iraq: Wê li Bexdayê dosya avê li gel Erdogan were nîqaşkirin

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal, têkildarî armanca serdana dema pêş ya Erdogan a ji bo Bexdayê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku wê di rojên pêş de Serokomarê Tirk Erdogan serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên Iraqê li ser hin mijaran ku yek ji wan mijaran dosya ava çemê Dîcle û Firatê ye, baxivin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, beriya niha Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê şandeke teknîkî şandibû Tirkiyê û li gel rayedarên wî welatî li ser dosya avê hevdîtin kiribûn.

Wezareta Çavkaniyê Avê diyar dike ku ew dixwazin di demsala Havînê de Tirkiye rêjeya berdana ava çemê Dîcle û Firatê ji bo Iraqê zêdetir bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya bendavan ava çemê Dîcle û Firatê li ser Iraq û Sûriyê digre.

Vê yekê jî bandorek nerênî li ser bi milyonan welatiyên Iraq û Sûriyê kiriye.

Back to top button