Li Myanmarê şer: 90 hezar kes ji cih û warê xwe bûn

Li Myanmarê nêzî du hefteyane ku di navbera hêzên artêş û komên çekdar de şerekî dijwar heye.
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY ragihandi ku ji ber şerê li du herêmên cuda herî kêm 90 hezar kes ji cihê xwe bûne.

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOCHA) ragihand li Myanmarê ji ber şerê heyî heta niha bi deh hezaran kes koçber bûne.

Şer di navbera îtîfaqa komên çekdar ên etnîkî û hêzên artêşê de derketiye.

Koordînasyonê ragihand ku şerê li bakur û başûrrojhilatê Myanmarê dijwar bûne.

Ji ber şerê li du herêmên cuda diqewimin herî kêm 90 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Artêşa Tifaqa Demokratîk a Neteweyî ya Myanmarê ku xwe weke “hevgirtiya sê birayan” bi nav dike 27’ê Cotmehê li bakurê eyaleta Şan a li nêzî sînorê Çînê li dijî artêşa neteweyî êrişeke pêk anî.

Di daxuyaniya kordînasyonê de ev agahî hate parvekriin:

“Ji 9’ê Mijdarê ve nêzî 50 hezar kesên li Şan neçar man ku ji cih û warê xwe koçber bibin.

Gelek ji wan ber bi sînorê Çînê ve çûn, yên din jî hewl didin ku derbasî herêmên ewle bibin.”

Lê tevî hemû bangawaziyan jî şerê li Myanmarê dewame.

Hevbendiya sê komên çekdar ragihand ku wan bi dehan çeperên artêşê girtin.

Her wiha rêyên girîng ên bazirganiyê yên ji bo Çînê jî ketiye destê wan.

Li herêmên sînor ên Myanmarê bêtirî 10 komên çekdar ên etnîkî hene.

Ji bilî daxwaza otonomiyê, hin ji van koman bi dehan sale ji bo kontrolkirina çavkaniyên herêmê bi artêşê re şer dikin.

Back to top button